Serlêdana malbatan hat redkirin 2017-12-01 17:57:01 STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dabûn. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana malbatan red kir.    Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan, xwişk û birayên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan, bi riya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê serdozgeriyê serlêdana malbatan red ki8r. Wek hincet OHAL hat nîşandan.    Her wiha serlêdana Polat Yildirim, birayê Hamîlî Yildirim ê li Îmraliyê, Alî Konar, birayê Omer Hayrî Konar ê li Îmraliyê û Sabîha Aslan, xwişka Veysel Aslan ê li Îmraliyê, jî ji bo hevdîtinê bi riya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê dabûn, lê belê serlêdana wan jî hat redkirin.