Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê: Em bi temamî ji Sûriyeyê vedikişin 2019-10-13 17:37:55 WASHINGTON - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, diyar kir ku bi fermana Trûmp bi temamî ji bakurê Sûriyeyê vedikişin û wiha got: "Di 24 saetan de dibe ku Tirkiye êrîşa xwe ber bi aliyê başur û rojava ve berfireh bike. Me hîn kir ku QSD bi Rûsya û Şamê re di nav lêgerîna lihevkirinê de ye."   Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nû da. Esper diyar kir ku di 24 saetan de dibe ku Tirkiye êrîşa xwe ber bi aliyê başur û rojava ve berfireh bike û wiha got: "Em amadekarî dikin ku ji bakurê Sûriyeyê hezar leşkerên xwe bi awayekî lez û bez ber bi başûr ve vekişînin. Me hîn kir ku QSD bi armanca ku pêşiya êrîşên Tirkiyeyê bigire, bi Rûsya û Şamê re di nav lêgerîna lihevkirinê de ye.   TRUMP FERMAN DAYE   Esper di berdwamê de destnîşan kir ku leşkerên wan di navbera leşkerên tirk û QSD'ê de mane û ev tişt anî ziman: "Dibe ku amerîkî di navbera 2 artêşên dijberî hev de bimîne. Ji ber vê yekê duh bi şev piştî şêwirandina xwe ya bi koma ewlehiya neteweyî ya mayî re bi serok re axivîm. Ferman da min ku bi awayekî plankirî leşkerên bakurê Sûriyeyê vekişînim."   JI EYN ÎSAYÊ VEKIŞANDIN DEST PÊ KIR   2 rayedarên amerîkî ku nexwstin navê xwe bidin ji Reûtersê re ragihandin ku ji nuqteyeke çavdêriyê ya Amerîkayê hejmareke kêm leşkerên Amerîkayê vekişiyane.