Li Colemêrgê îlana ‘herêma ewlekariya taybet’ 2019-10-13 13:54:04   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, heya 28’ê Cotmehê hin qad weke herêma “Ewlekariya taybet” îlan kirin.    Walîtiya Colemêrgê, hin qadên navçeyên Çelê, Şemzînan, Gever û navenda Colemêrgê heya 28’ê Cotmehê weke “Herêma Ewlekariya Taybet” îlan kir. Walîtiyê bi vê hincetê ketin û derketina herêmê li welatiyan qedexe kir.