Li heremên ereb beşdariya hilbijartinan zêde ye 2017-12-01 16:23:52 QAMIŞLO – Pêvajoya duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê li her sê kantonên Rojava dest pê kir, li heremên ku piranî ereb lê dijîn beşdarî bilind e. Hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê, ya meclîsên bajarok, navçe û kantonan berdewam dike. Li Herêma Cizîrê, bi beşdariya sûryan, ereb, tirkmen û kurdan a çûna ser sandoqan girîngiya vê pêvajoya hilbijartinan jî radixe ber çavan. Li gundewarên bajarê Qamişlo ya Kantona Qamişlo, di xeta Şerqî yên taxên Qebnetsiwês, gundên Ala û Cûma ku piranî ereb lê jiyan dikin, beşdariya hilbijartinê dibin.    Niştecihê Taxa Qebêt Siwês Fahreddîn Silêman ku dengê xwe bikaranî, diyar kir ku ew ji bo wekheviya gelên li heremê dijîn, diçin ser sandoqan û da zanîn ku ev jî nîşaneya demokratîkbûna gelên Bakûrê Sûriyeyê ye. Silêman, anî ziman ku her çiqas piraniya ereb li vê heremî dijîn jî lê bi kurdan, suryanî û tirkmenên heremê re ji bo karibin bi awayek demokratîk û wekhevî bijîn, her kes diçe ser sandoqan.