PYD: Em banga YNK'ê ya ji bo yekîtiya Kurd erênî dibînin 2019-10-13 11:12:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxwaza Sekreterê Partya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ji bo lidarxistina kongreya ji bo yekîtiya helwesta Kurd, erênî dit û got: “Baweriya me ew e ku yekîtiya Kurd, dê pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê misoger dike.”   Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), têkildarî banga Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) a lidarxistina Kongireyeke giştî, daxuyaniyek weşand. PYD`ê di daxuyaniyê de wiha ye: “Hemû hêzên Kurdistanê , derbarê berxwedana niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî faşîsta Tirk tê meşandin, mil dane milê hev. Her wiha agahiyên erênî jî ji pirr hêzên Kurd û Kurdistanî hatin dayîn. Em ji aliyê xwe ve van xebatan bilind dinirxînin û li ser van helwestên bi rûmet spasiya hemû partî û hêzên Kurdistanî dikin. Rêzdar Kosret Resûl Sekreterê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bang li partî û hêzên Kurd kir, ku kongreyeke giştî lidar bixin da ku li hemberî tiştê li herêmê dibe û pêşhatên çarenûsî ji gelê herêmê re bi giştî û bi taybet ji gelê Kurd re, rêzên xwe bikin yek. Em di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, wiha dibînin ku ev bang erêniye û di demê xwe de hatiye. Ji aliyê me ve em ê ji bo yekîtiya rêzên Kurd di vê qona dîrokî ya herêma Rojhilata Navîn têre derbas dibe, çi ji me were xwestin em ê pêk bînin. Em bi bawerin ku yekîtiya rêz a Kurd dê aştiyê, aramiyê ji herêmê re pêk bîne û mafê demokratîk a gelê me re bi cih bike.”