Hunermen û rewşenbîrên kurd: Ji bo destekeftiyên kurdan berxwedaneke neteweyî divê 2019-10-13 09:09:58 STENBOL  – Hunermend û rewşenbîrên kurd nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan û gotin: "Ji bo parastina destkeftiyên kurdan divê li her derî berxwedaneke neteweyî çê bibe."  Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hunermend û rewşenbîrên kurd jî nerazîbûnên xwe anîn ziman.    ROTÎNDA: HER KURDÊN XWEDÎ WÎJDAN DIVÊ LI DIJÎ VÊ DAGIRKERIYÊ DERKEVIN    Hunermend Rotînda, xwest her mirovên xwedî wicdan li dijî dagirkeriyê derkevin û wiha got: "Li dijî vê qirkirinê pêşî divê miroven demokrasî û aştiyê dixwazin û bi giştî jî her Kurdeke xwedî wîjdan dive li dijî ve dagirkeriyê derkevin. Ev berpirsiyariyeke mirovane ye. Eger Kurd, niha li dijî vê qirkirinê dernekevin, hema bila heta dawiya emrê xwe tiştek jî nekin. Serkeftina Kurdan bi yekîtya Kurdan pêk tê. Eger em li ber xwe bidin, wê dewletên cîhanê jî xwedî li me derkevin. Kurd bibin yek we Berxwedana Rojava bi serkeve. Dewletên kapitalist li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Eger yekitiya rêxistin û partiyen Kurdan hebe wê cihan ji mafen Kurdan bibine û qebûl bike. Loma berî her tiştî ya girîng yekîtî û berxwedana Kurdan e. "   ONEN: SEDEMA DAGIRKIRINÊ DESTKEFTIYÊN KURDA YE    Siyasetmedar û nivîskar Fûat Onen jî diyar kir ku ne di hiqûqa Tirkiyeyê ne jî di hiqûqa navneteweyî de tu rewabûneke vê operasyonê tuneye. Onen, bilêv kir ku YPG'ê gef li Tirkiyeyê nexwarine û loma ev operasyon, operasyona "dagirkirinê" ye û got: "Li kuderê dibe bila biba gava destkeftiyên kurdan çê dibin, dewleta tirk vê yekê wekî tehdît dibîne. Yanî dewleta tirk hebûna xwe li ser tunebûna kurdan sêwirandiye. Sedema vê dagirkirinê jî ev e."    BERXWEDANEKE KURDISTANΠ   Onen, destnîşan kir ku rawestandina operasyonê bi berxwedana kurdan ve girê dayîye û got, loma divê kurd li her derî li ber xwe bidin. Onen, got: "Careke din dibêjim, sedema vê operasyona dagirkirinê destkeftiyên kurda ye. Îjar ji bo parastina van destkeftiyan divê kurd li her derî berxwedaeke neteweyî bidin destpêkirin. Tişta divê bê kirin nerxwedaneke kurdistanî ye."    TEKÎNOGLÛ: DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE   Derhêner Devrîm Tekînoglû jî, anî ziman ku şer ji bo gelan rûxandin e û got: "Kesên li dijî zilmê derdiekvin û ji zaliman û fikrê wan dûr disekinin divê li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin."