ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-13 09:00:26     * Li Agiriyê sewalvanan, diyar kirin ku çavkaniyên aboriyê hemû ji bo şer tên xerckirin û gotin: "Êdî xema îktîdarê ne gel e, şer e." Sewalvanan, destnîşan kir ku divê her kes li dijî vê alozî, krîz û şer derkeve.    * Şêniyên Taxa Dirbêsiyê ya Qoserê, diyar kirin ku beriya operasyona li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê, tu rayedarên dewletê ji wan re tiştek negotiye û gotin, leşker dixwazin wan wekî mertalan bi kar bînin.    * Hunermend Mikaîl Aslan, derbarê êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got: "A girîng yekîtiya di navbera kurdan de ye." Sêwirînerê modayê Barbaros Şansal jî bilêv kir ku tu fêdeya şer ji bo kesî tune ye û got: "Beriya her tiştî aştî."    * 25 girtiyên ku ji Girtigeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê sewqî girtîgeha Tîla L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê kirin, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiribûn rastî lêdan û îşkenceyê tên.    * Amediyan ku şerê li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî "dagirkeriyê" pênase kirin, gotin: "Ev dagirkerî ye. Ji ber ku DAIŞ'ê tengav bûye vî şerî dike. Ne ji bo aştiyê ye."    * Ligel îtîrafên Servet Koç ê DAIŞ’î jî, kuştina rojnameger Kadrî Bagdu ev 5 salin nayê zelal kirin. Malbata Bagdu ya ku ji bo faîl bên dîtin û darizandin bi salane têkoşîna hiqûqê didin tekane daxwaza wan edalet e.    * Ji roja êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirine heta niha, li Nisêbîn a Mêrdînê 12 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Gelê Nisêbînê ji ber van êrîşan hem bi hêrs e hem jî diqilqil e. Nisêbîniyan, xwest rojek berî rojekê ev şer raweste.    * Hunermend û rewşenbîrên kurd nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan û gotin: "Ji bo parastina destkeftiyên kurdan divê li her derî berxwedaneke neteweyî çê bibe."    * Parlamenterên HDP'ê wê li avahiya HDP'ê ya Mêrdinê têkildarî ku Tirkiye şerê ku yek alî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê bi wesîleya salvegera damezirandina xwe li Navenda Çandê ya Mustafa Kemal kom bibin. (15.00-18.00)