Heyva Sor: Êrîşî ambulansê me dikin 2019-10-12 20:55:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê, ragihand ku ambulansên wan hedef tên girtin û ji ber vê nikarin sivîlên birîndar ji Serêkaniyê derxînin û tedawî bikin.    Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê, ragihand ku balafirên şer ên tirk derdora Nexweşxaneya Rojê bombebaran kiriye û ji ber vê nexweşxane nikare bixebite. Hemê, got êdî xebatkarên tenduristiyê nikarin biçin nexweşxaneyê. Hemê, bilêv kir ku piştî ambulansên wan û noqteyên wan ên tenduristiyê hedef tên girtin ew mecbûrî li malan û navendên tenduristiyê yên gerok birîndaran tedawî dikin û got: "Lê belê ji ber bombebaranê em mecbûr dimînin birîndaran ji bajêr derxînin. Lê belê vê carê jî dewleta tirk yekser ambulansan hedef digire: Niha ambulans nikarin xwe bigihînin birîndaran."