Rêdûr Xelîl: Dewleta Tirk hewl dide hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike 2019-10-12 18:19:02   HESEKÊ - Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Rêdûr Xelîl da zanîn ku Tirkiye dixwaze ne tenê herêmên sînor dagir bike, lê dixwaze hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.   Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Rêdûr Xelîl  têkildarî êrîşên TSK'ê û OSO yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  civîneke çapemenî lidar xist. Rêdûr Xelîl wiha got: “Me hemû erkên xwe li hemberî cîhanê pêk anîn û hemû hevpeyman pêk anîn,  lê daxuyaniyên ku ji aliyê civaka navneteweyî ve têne dayîn, êrîşên dewleta Tirk li ser me ranewestine. Em îro li hemberî du eniyan rû bi rû ne, ya yekê êrîşên Tirkiyê ya duyemîn jî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê ye. Tiştê ku dagirkeriya Tirk ji kuştina sivîlan dike, sûc e, em ê di parastina gelê xwe de dewam bikin."    Xelîl anî ziman ku zêdetirî 200 qurbanî şehîd û birîndar çêbûne û 45 şervanên wan jî şehîd bûne. Rêdûr Xelîl diyar kir ku ew spasiya helwestên Yekitiya Ewropa û dewletên ereban li ser têkoşîna wan dikin û wiha axivî: “Heta niha tu gavên piratîk ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve ji bo rawestandina êrîşê nehatine avêtin. Îro dewleta Tirk hewl dide hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Ji aliyekî din ve jî, bi hezaran ji endamên DAIŞ`ê di zindanên me de hene, heta niha em dikarin rewşê kontrol bikin, lê ger rewş hate guhartin wê erka me ya sereke bibe parastina gelê me.”