Sewqiyat hêzên paramîlîter a ber bi Kaniya Xezalan ve didome 2019-10-12 17:12:49   RIHA - Ji bo ku di êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bên bikaranînn sewqiyata hêzên paramîlîter a ber bi Kaniya Xezalan ve didome. 25 otobusên ku ji Ezazê derketin rê gihîştin Rihayê.    Tirkiye, ji bo ku di êrîşa xwe ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi kar bîne sewqiyata hêzên paramîlîter a ber bi Kaniya Xezalan ve didomîne. 25 otobusên ku di saetên nîvro de ji Ezazê derketin rê, gihîşt Kaniya Xezalan a li hemberî Serêkaniyê. Van hêzên paramîlîter piştî ku gihîştin Kaniya Xezalan derbasî Navenda Stargeha Demkî ya Kaniya Xezalan bûn.