Têketina Nisêbînê ya heyeta HDP'ê tê astengkirin 2019-10-12 15:58:33 MÊRDÎN - Heyeta HDP'ê ya di bin serokatiya Serokwekîlî Meclisê yê HDP'ê Mîthat Sancar de çû Nisêbînê, têketina wê ya navçeyê tê astenkirin.     Serokwekîlî Meclisê û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Pero Dundar û Ebrû Gunay xwestin biçin navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku pevçûnên lê hene. Lê li nuqteya kontrolê ya di têketina navçeyê de polis nahilin ku heyeta HDP'ê têkeve navçeyê. Polisan bi hinceta "ewlehiyê" ji parlamenteran re ragihand ku bi fermana Wezîrê Karên Hundir û Walîtiya Mêrdînê destûr nadin ku ew derbasî navçeyê bibin.    Parlamenter ji nuqteya kontrolê veqetiyan, li tesîseke bêhnvedanê sekîniye.