Xwestin girtiyê nexweş Zengîn bê berdan 2019-10-12 15:39:03 STENBOL - Di rûniştina F a Stenbolê de qala rewşa girtiyê nexweş Kemal Zengîn hat kirin û ji bo tedawîkirinê hat xwestin ku bê berdan.  Çalakiya 'Rûniştina F' ku ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê (ÎHD) bi daxwaza berdana girtiyên nexweş li Qada Galatasaray tê li darxistin, di hefteya 394'an de hat astengkirin. Li ser astengkirinê çalakî li ber Avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Endamê Lîjneya Rêveberiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanber Sagili û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Zengîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê.   Acettîn di destpêka axaftina xwe de agahiyên derbarê nasname û jiyana Zengîn de da û diyar kir ku di encama îşkenceyên giran de di sala 1994'an de hatiye girtin û wiha got: "Kemal Zengîn 8 sal in li girtîgeha ku niha lê girtiye de ye û 15 sal in nexweşiya ulseratîf pê re hey. Divê ku nexweşiya wî bi diyeteke taybet bê tedawîkirin û tiştên tûj û berhemên şîr ku divê qet nexwe pê didine xwarin. Ji ber şert û mercên ne baş ên jiyanê gelek kîlo winda kiriye. Pêwîstiyên xwe yên rojane jî nikare bi tena serê xwe bibersivîne. Divê ku zengîn bê emeliyatkirin lê ji ber şert û mercên girtîgehê destûr nade ku emeliyat bibe. Malbata wî jî dixwaze ku ji bo tedawiyê bê berdan. Em jî daxwaz dikin ku Zengîn û hemû girtiyên nexweş bên berdan."