Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê hat girtin 2019-10-12 15:32:55   HATAY/ ÎZMÎR - Heveroka HDP’ê ya Îskenderûnê Huyla Ateş bi hinceta parvekirina medya civakî hat binçavkirin û girtin. Li Îzmîrê jî, ji 13 kesên ji ber parçevkirinên meyda civakî hatibûn binçavkirin yek jê hat girtin.    Îro di operasyona li navend û navçeyên Hatayê hat lidarxistin de, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îskenderûnê Hulya  Ateş, rêvebea Partiya Avakirina Ji Nû De Sosyalîst (SYKP) ya Hatayê Belgîn Ayranci û rojnameger Burcu Ozkaya Gunaydin hatin binçavkirin.    Polîsan Ateş birin Miduriyeta Polîsan a Îskenderûnê û piştî îfadeya wê girtin sewqî edliyê kirin. Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” derbarê Ateş de biryara girtinê da.  Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê, bertek nîşanî girtina hevseroka xwe Ateş da.     Rêvebera SYKP’ê ya Hatayê Belgîn Ayranci jî di çarçoveyê heman lêpirsînê de hat binçavkirin. Ayranci bi şertê kontrola edlî aht berdan.  Rojnameger Burcu Ozkaya Guneydin a li navenda Hatayê hatibû binçavkrin sewqî edliyê hat kirin.    Di heman demê de, li Îzmîrê jî, ji 13 kesên ji ber parvekirinên meyda civakî hatibûn binçavkirin welatiyê bi navê Mehmet Aksoy hat girtin û 12 kesên din hatin berdan.