Xelîl: Coşa hilbijartinên federasyonê bersivê dide Erdogan 2017-12-01 15:19:19 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li dijî Efrînê û wiha got: “Erdogan bila dev ji xeyalan berde. Coşa hilbijartinên federasyonê yên li Efrînê ji bo gefên Erdogan bersîva herî mezin e."  Li heremên Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Herema Cizîrê 841, Herema Furatê 256, Herêma Efrînê 206, li tevahî hereman di 303 navendan 10 hezar 825 sandoq hatine danîn, 808 hezar 495 hilbijêr ji bo namzetên meclîsên bajarok, navçeya û kantonan deng bikar tînin.  Dengdayîna ku ji seata serê sibehê dest pê kir heyanî niha beşdarbûnek mezin çêbûye. Bi taybetî jî beşdariya jinan a zêde balê dikşîne.     Ji bo ewlehiya sandoqan Asayîşa Rojava, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Cewherî parastinê dikin, 6 ji wan esil 8 peywirdarên sandoqan dixebitin. Hilbijêr, di 3 sandoqên hatine danîn ji bo deng bidin endamên meclîsên navçeyan pusulaya “Şîn”,  ji bo meclîsên bajarokan “Spî” û ji bo meclîsên kantonan jî “Gewr” kaxizên pusulayan ku lîsteya namzetên partiyan an jî serbuxweyan tên bikaranîn.       GELÊN HERÊMÊ JI FEDERASYONÊ RE DIBÊJIN ERÊ   Hevserokê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, derbarê hilbijartinan û tehdîtên ji aliyê Tirkiyê ve ku li ser Efrînê tên kirin, axivî. Xelîl, diyar kir ku yek rojeva wan heye ew jî hilbijartinên ku tê wateya bingehkirina federasyonê ye û da zanîn ku gelên bakurê Suriyê bi coşek mezin diçin ser sandoqan û ji federasyonê re dibêjin “Erê”.       ‘ERDOXAN XEYALAN DIBÎNE'     Xelîl, helwesta Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan wekî “Xeyalperest” bi nav kir û wiha got: “Erdogan xeyal dibîne. Gelê me yê Efrînê ji federasyonê re dibêjin ‘erê’. Gelê me îro bi coşek mezin diçin ser sandoqan. Ji ber vê yekî wê bersivek herî mezin bidin Erdogan. Divê Erdogan dev ji xeyal çêkirin û guherandin rojeva hûndirê welatê xwe berde êdî.”   'DI ROJEVA ME DE ÇEK TUNE'   Derbarê daxuyaniyên 'Dê DYA çekan paş ve vekişîne' de ji Aldar Xelîl ev tişt gotin: “Yek rojevekî me niha heye ew jî hilbijartin ên ku lingên federasyonê dide rûniştandin e. Di rojeva me de niha çek tune ye, hevdîtinekî me ya derbarê vê mijarî de jî tune ye. Çekên ku qala wan tên kirin, bi DYA û koalisyonê re di operasyonên Reqqa û Dêra Zorê de hatin bikaranîn.”