Bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Şeyhmus Koç 2019-10-12 14:36:19   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Şeyhmus Koç û xwest demildest bê dermankirin.    Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi daxwaza "Girtiyên nexweş bên berdan" li navçeya Konakê ya Îzmîrê li ber Sumerbankê daxuyaniyek da çapameniyê. Beşdaran di daxuyaniyê de pankarta "Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran dimirin" vekirin û bal kişand ser rewşa  girtiyê nexweş Şeyhmus Koç.   Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Şahîn Tumuklu û gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.    Rêveberrê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da û diyar kir ku her ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Çîçek, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şeyhmus Koç û xwest tavilê bê dermankirin. Çiçek di dawiya axaftina xwe de xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan û li derve de bên dermankirin.