Turkdogan: Gelek sivîl hatin kuştin 2019-10-12 14:31:43 AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, di çalakiya xizmên windayan de diyar kir ku ev çend rojin agahiyên kuştinê dibihîzin û wiha got: "Hejmareke zêde sivîlan jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûn. Em wek parasvanên mafên mirovan di daxwaza aşitiyê û edaletê de israr dikin."    Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 557'emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kûjer bên darizandin" li ber avahiya ÎHD'ê ya Amedê li dar xistin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku di pêvajoyeke ku xwîn, êş, rondikên çavan û mirin heyî re derbas dibin û got: "Em tim dibêjin pirsgirêka Kurd tenê dikare bi muzakereyan bê çareserkirin. Lê mixabin ferasete ku ji vê çareserî û diyalogê dûr niha li ser desthilatdariyê ye. Bi lez riyên çareseriyê vekin."    'SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DIDIN'   Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî, diyar kir çend roj in li erdnîgariya lê dijîn agahiyên kuştinê dibihîzin û got: "Hejmareke zêde sivîl jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûn. Em wek parazvanên mafên mirovan aşitî û edaletê israr dikin."    Turkdogan, bal kişand ser têkoşîna malbatên windayan û wiha got: "Em dest ji vê lêgerîna edaletê bernadin. Em dixwazin ku Tirkiye ji peymana Netewiyên Yekbûyî (NY) ya windanyan re bibe alîgir. Ji bo ku winda bên dîtin, divê lêpirsîneke bi bandor bê vekirin. Em dixwazin faîlên mirovên winda werin darizandin. Yên winda jî cenazeyên wan werin dîtin. Ji bo ku edaleteke mayînde, divê şertên aşitiyê pêş bikevin."    Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan, aqûbeta Yavûz Kaynar ê di sala 1995'an de li Kilîsê dema eskerî dikir hat windakirin pirsî. Pişt re Hatice Tekdag a 25 sal in li hestiyên hevserê xwe Alî Tekdag digere diyar kir ku cenazeyên xwe ji dewletê dixwazin û dewlet çima cenazeyê wan nadin wan? Tekdag bal kişand ser şerê li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê û wiha axivî: "Em şer û pevçûnê naxwazin. Bila ciwan nemirin xwîn nerije. Em azadiyê û aşitiyê dixwazin."   Xizmên windayan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan li dar xist û belav bûn.