DAIŞ'ê karwana sîvîlan bombebaran kir Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hewrîn Xelef jiyana xwe ji dest da 2019-10-12 12:56:44 NAVENDA NÛÇEYAN  - DAIŞ'ê karwana sîvîlan a li dijî êrîşên Tirkiyeyê diçû bajarê Girê Spî, bombebaran kir. Di êrîşa DAIŞ'ê de Heseroka Partiya Pêşeroja Sûriyê Hewrîn Xelef jiyana xwe ji dest da.     Karwana sîvîlan a li dijî êrîşên Tirkiyeyê ji bajarê Reqayê berê xwe dan Girê Spî hat bombebarankirin. Endamên DAIŞ'ê karwan bombebaran kir û Heseroka Partiya Pêşeroja Sûriyê Hewrîn Xelef jiyana xwe ji dest da. Karwan li ser rêbejahiya Eyn Îsa û Girê Spî rastî êrîşa bombeyan hat û di êrîşê de Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûriyê Hewrîn Xelef jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji ber êrîşên li ser Girê Spî, ji herêmên Mînbîc, Tabqa, Raqqa û Dêrazorê bi hezaran kes di saetên serê sibê de berê xwe dan bajêr û ketin rê.