Komek kurd û dostên xwe yên biyanî kampanya Rojava dan destpêkirin 2019-10-12 11:25:26 NAVENDA NÛÇEYAN – Komek kurd û dostên wan li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava di medya civakî de bi dîmen dest bi kampanyayê kirin û bertek nîşanî operasyonê didin. Kampanya li ser taga “#OperationWarSunset (Operasyona Şerê Rojava)” tê birêvebirin.    Komek ciwanên kurd û dostên wan li dijî êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin li ser medya civakî kampanya dan destpêkirin. Kurd û dostên wan bi taga “#OperationWarSunset (Operasyona Şerê Rojava)” kampanyayê birêve dibin. Bi tagê re dîmenek dê were parvekirin û gelek welatiyên biyanî yên ciwan di videoyê de hene û li dijî êrîşên ser Rojava berteka xwe tînin ziman.    Kurd û dostên wan metnek jî li dijî operasyona ser Rojava amade kirine û di metnê de wiha tê gotin:    ‘BERXWEDAN JIYAN E, JIYAN PIŞTGIRÎ YE'    “Şerê navxweyî yê Sûrî di sala 2011an de destpê kir. Ji wê tarîxê heya niha, bi hezaran kes hatine kuştin, birîndar kirin, berze kirin an hatine girtin, û bi milyonan kes bi zorê hatine koçber kirin. Piştî rûdana Daîşê, mirovatiyê tiştên hovane dîtin ku heya niha ti kesî nedîtibûn. Jin û zarokên emrbiçûk hatin revandin, tecawizkirin û wek koleyên seksê di bazaran de hatin firotin. Bi hezaran serên leşker û sîvîlan hatin jêkirin, bi sedan kes bi saxî hatin şewitandin.   Mirovatî bû qurbana vê trajediyê, lewma daxwaza me ew e ku em helwestekê hevpar bigrin bêyî çarcoveyên nijadî û neteweyî. Lê mixabin, divê haya me ji nasnameyên cuda hebe û divê em bibînin ka nasnameyên cuda çawa bandorê li taybetmendiya şerî dikin. Di vê derbarê de, pirsgirêka Kurdî nimûneyeke girîng e. Divê em bibînin ku bi salan mafên Kurdan hatine binpê kirin. Li rojhîlatê Sûrî, Kurdan bi Êzîdî, Suryanî, Alewî, Ereban re û bi gelên din li dijî dijminê nû şer kir ji bo parastina gelê xwe. Hemûyan jî dikaribûn birevin lê belê ji welatê xwe derneketin, hem mal û axa xwe parastin hem jî mafên mirovan parastin. Wan dinya ji zilma Daîşê rizgar kir û bi berxwedaneke hevpar bûn nexşê demokrasî û pirrengîyê.   Lê belê piştî biryara vekişandinê ya Donald Trump, niha jî heman wehşet bi formeke din li ber me ye. Tirkiye niha bi balafirên şerî û çekên giran Rojhîlatê Sûrî dagir dike. Û ev pêgava dawî cardin nîşan dide ku çawa mafên mirovan tên binpê kirin ji aliyê Tirkiyê ve, bi taybetî mafên Kurdan. Cardin Kurd li dijî zilma artêşa Tirk bi tena serê xwe li ber xwe didin. Hêzên dinyayê ji berxwedana Kurdan sûd wergirtin, lê îro kurdan tenê dihêlin. Her çiqas hêzên dinyayê êrîşa Tirkiyê ya dawî wek dagirî/îşgal dihesibînin jî, lê dîsa kurdan tenê dihêlin.    Welatê kurdan ê li Sûrî, bi salan e bi sîstema xwe ya pirhêlî û demokratîk nexasim ji bo Rojhilata Navîn mînakeke kêmdîtî û şanseke bêhempa ye. Lê Tirkiye bi navê mafên mirovan û demokrasiyê dixwaze vê hewldana avakirina jiyanekê hevpar ji holê rake.    Divê yên ku baweriya wan bi demokrasiyê tê dengê xwe li dijî vê dagirkeriyê bilind bikin Têkçûna Bakurê Sûrî ne tenê têkçûna Kurdan e, di heman demê de kuştina ûtopyayekê ye.   Niha, Kurd û gelên ku li gel Kurdan dijîn û dixwazin jiyaneke demokratîk û aram bêyî zilmê ava bikin li benda piştgirîya te ne!  Ji ber Kurd ji bo parastina mafên mirovan li ber xwe didin, divê dengê wan li dinyayê belav bibe.    Îcar dengê xwe ji bo mafên mirovan bilind bike, bêdeng nemîne, videoyekê parve bike, piştgirîyê bide xelkên Sûrî û bibe dengê Kurdan, ên ku ji bo axa xwe li Sûrî li ber xwe didin.   Berxwedan jîyan e, jîyan piştgirî ye!”   Kampanya dê îro li ser twîtterê were destpêkirin.