8 sal û 10 meh cazayê girtîgehê li 5 kesan birîn 2017-12-01 14:59:09 RIHA - 8 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li 5 kesên ku di nav de Hevserokê DBP’a Rihayê Celal Babacan jî heyî hat birîn.  Li Rihayê, di 12’ê Kanûna 2016’an de di çarçoveya doza 80’î kesên hatin girtin de, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” Hevserokê DBP’a Rihayê Celal Babacan, Îbrahim Halîl Dodanli, Servet Kaplan, Hevserokê DBP’a Sêwregê Sedat Çelîk û Mahmut Yaşar hatin cezakirin. Danişîna biryara dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Babacan, Kaplan û Dodanli yên girtî, beşdarî danişînê bûn. Ji bo Babacan 2 sal û 6 meh, Îbrahîm Halîl Dodanli salek û 10 meh, Servet Kaplan salek û 10  meh, Hevserokê DBP’a Sêwregê Sedat Çelîk 10 meh, Mahmut Yaşar jî salek û 10 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.    Dadgehê bi giştî 8 sal û 10 meh cazayê girtîgehê berî, Babacan û Kaplan ji piştî 11 meh girtîgehê hatin bedan.