'Herin hefteyek din werin' 2019-10-12 10:08:07 AMED - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê û Girtîgeha Xarpêtê, bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku zextên li ser wan zêde bûne. Dayika girtî Cîhan Gokalp, Bîrgul Gokalp diyar kir ku rayedarên Girtigeha Xarpêtê bi keyfî hevdîtin asteng kiriye û gotine 'Herin hefteyek din werin' û destûr nedane kurê xwe bibîne.    Li Girtîgehên Tirkiyê roj bi roj îhlalên mafan zêde dibin. Girtiyê Girtîgeha Hîlvanê Suleyman Devîren û Girtiyê Girtîgeha Xarpêtê Cîhan Gokalp, bi rêya malbatên xwe pirsgirêkên girtîgehan anîn ziman.  Xaltiya girtiyê Girtîgeha tîpa T a Hîlvanê Suleyman Devîren, Mehtap Metin diyar kir ku di 7’ê Cotmehê de çû hevdîtîna vekirî û got: “Xwarziyê min got 'Heftiyê du sê caran ser odeyên wan de digirin. Alavên me belav dikin. Dest danîne ser lênûsk û radyoyên me.' Anî ziman ku gardiyan bi ser odeyên wan de digirin û wan tahrik dikin."    'RAYEDAR LI WAN GUHDAR NAKIN'    Metîn, da zanîn ku ji bo aktîvîteyên civakî bi tenê derdikevin sporê û wiha axivî: “Wan ode bi ode derdixin sporê. Hevalên xwe yên odeyên din nabînin. Rojnameyê nadin wan. Pirtûkên diyarkirî didin wan. Kargo û nameyên em dişînin nadin wan. Xwarziyê min diyar kir ku ji bo van pirsgirêkan gelek caran xwestine bi midûr û dozger re biaxivin lê bersiv negirtine."    'RASTÎ LÊGERÎNA HIŞK TÊN'    Metîn, destnîşan kir ku girtî ji bo çûyîna nexweşxaneyê jî pirsgirêkan dijîn û wiha domand: “Ji bo ku biçin nexweşxaneyê daxwazname dinivîsin. Ji ber wan dereng dibin bijîşk mexdûr dibin. Piştî mehekê biçin nexweşxaneyê bêtir dibe pirsgirêk. Pirsgirêk didome. Dema em diçin hevdîtinan bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Saetekê em digihêjin cihê hevdîtinê. Em di lêgerîneka hişk re derbas dibin. Ji bo ku girtî hevalên xwe nebinin ode bi ode derdixin hevdîtinê. Ji bo her tiştî pirsgirêkan derxistin.” Metîn, da zanîn ku ji bo pirsgirêkên girtîgehê serî li TUAY-DER’ê dane got: “Em ê serî li ÎHD’ê jî bidin. Divê hemû malbat li ser van pirsgirêkan bisekinin."    HERIN HEFTEYEK DIN BÊN   Dayika girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Xarpêtê Cîhan Gokalp, Bîrgul Gokalp jî diyar kir ku di 8’ê Cotmehê de hevdîtina kurê wê hebû û wiha got: “10 roj berê diviya bû telefon bikira, lê nekir. Hevalên wî bi rêya malbatnê gotin Cîhan di hucreyê de ye û di 4’ê Cotmehê de dê cezayê wî xelas bibe. Di 7’ê Cotmehê de telefon kir û got 'Niha cezayê min xelas û ez ji hucreyê derketim.'  Pişt re em li girtîgehê geriyan gotin 'Hun dikarin werin hevdîtinê.’ Di 1’ê Cotmehê de jî diyar kiribûn ku 8’ê Cotmehê hevdîtin heye. Em di 8’ê Cotmehê de çûn hevdîtinê. Di ketina girtîgehê de gotin 'Hevdîtina kurê we tune. Herin hefteyeke din bên. Me got we gotiye werin. Pişt re ji me re gotin ‘Lfwê we avêtine hucreyê ji ber wê yeke hevdîtin nîne û cezayê wî yê hucreyê wê 11’ê Cotmehê xelas dibe' Di 7’ê Cotmehê de dîsa avêtine hucreyê. Ewlehiya kurê min tune. Em bi fikar in. Ji sê rojan carekê çawa cezayê hucreyê çêdibe? Tenê mafê me yê hevdîtinê heye, wê jî asteng dikin. Me serî li TUAY-DER’ê da. Em dê serî li ÎHD’ê jî bidin.”   Rayedarên Girtîgehên Tîpa T a Hilwan û Xarpêtê jî têkildarî mijarê diyar kirin ku nikarin bi riya telefonê agahiya bidin.