Ji ber parvekirinên êrîşê 2 kes hatin girtin 2019-10-12 09:26:22 KOCAELÎ - Li Kocaeliyê 2 kes ji ber parvekirinên xwe yên têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, ji ber parvekirinên wan ên têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê 2 kesan de bi hinceta "propagandaya rêxistinê û navtêdana kînê" biryara binçavkirinê da. Piştî vê biryarê her du kes jî li navçeyên Darica û Gebzeyê ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin û li dadgehê biryara girtina wan hat dayîn.    Li aliyê din ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat ragihandin ku  ji ber parvekirinên wan ên têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê 43 kesanda biryar lêpirsînê û derbarê 5 kesan de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.