Wê ji bo endamên Grûp Yorûmê ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşek bê lidarxistin 2019-10-12 09:10:59 STENBOL - Wê di 13'ê Cotmehê de ji bo endamên Grûp Yorûmê ku 123 roj in di greva birçîbûnê de ne ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşek bê lidarxistin.  Endamên Grûp Yorûmê ku di girtîgehên Sîlîvrî, Gebze û Balikesîrê de, bi daxwaza "Bila polîs navêjin ser Navenda Çandê ya Îdîlê, bila qedexeyên li ber konseran bên betalkirin, bila endamên Grûp Yorûmê bên berdan û bila dozên derbarê me de bên betalkirin" dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya endamên komê 123 roj in didome. Endama komê Bahar Kûrt li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê 123 roj in, endamê komê Îbrahîm Gokçek li Girtîgeha Jimare 9'an a Sîlîvriyeyê 116 roj in, Bariş Yuksel 116 roj in û li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê Alî Arici 47 roj in û Helîn Bolek jî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne.    Endama Grûp Yorûmê Seher Adiguzel, bilêv kir ku ji bo piştgiriyê bidin hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de ew ê di 13'ê Cotmehê de bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TAYAD) ji Qada Kartal a Stenbolê ber bi Enqereyê ve bimeşin û ew ê daxwazên xwe ragihînin Wezareta Dadê. Her wiha Adiguzel da zanîn ku wê malbata Mûstafa Koçak ku ji ber doza cinayeta Dozger Mehmet Selîm Kîraz girtiye û cezayê muebatê lê hatiye birîn û 12 roj in di rojiya mirinê de jî tev li meşê bibe.    BANGAWAZIYA JI BO TEVLÎBÛNÊ   Îbrahîm Gokçek, bavê endamê Grûp Yorûmê Ahmet Gokçek, jî got: "4 sal in zarokên me di bin zext û zoriyan de ji bo hunera xwe têdikoşin. Daxwazên wan hatin redkirin. 4 sal in nikarin konseran çê bikin. Ji ber Grûp Yorûm girseyên qelebalix tîne cem hev bi van zextan re rû bi rû dimîne. Em di serdemeke krîtîk de ne."