'Bi navê 'Kaniya Aştiyê' wateya peyvan jî diherimînin' 2019-10-12 09:07:55 HATAY – Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Servet Ustun Akbaba û Hevseroka HDP'a Hatayê Sûltan Başaran operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kirin û ji bo navê operasyonê jî gotin, hikûmet wateya peyvan jî diherimîne.  Operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Tirkiyeyê di rojan 4'an de didome. Her wiha bertekên li dijî operasyonê jî didomin.   AKBABA: JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ RÊYÊN BÊ ŞER Û BÊ PEVÇÛN BÊN CERIBANDIN    Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê Servet Ustun Akbaba, bilêv kir ku Tirkiyeyê heta niha ji tiştên qewimîne ders negirtiye û got, operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî tiştekî ku mecbûrî be li civakê tê ferzkirin. Akbaba, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên çewt û ji ber krîza aborî siyasî û civakiyî li Hatayê gelek esnaf mexdûr bûne û penaber jî bi zimanekî cihêkar tên mexdûrkirin. Akbaba, bilêv kir ku wê bi vê operasyonê re çareserkirina pirsgirêka li Sûriyeyê bê taloqkirin. Akbaba ku got, "berî ev mudaxileya leşkerî bibe sedema mirina gelek mirovan demildest divê arweste û divê ji bo çareserkirinê rêyên bê şer û pevçûn bên ceribandin", ji bo jiyaneke aştiyane û demokratîk bang li her kesî kir ku li hemberî vê operasyonê derkevin.    BARAŞAN: AŞTIYÊ JÎ DIHERIMÎNIN    Hevseroka HDP'a Hatayê Sûltan Başaran jî, bilêv kir ku şer mirin, xwîn, qirkirina jin û zarokan, tunekirina ax û çandê ye. Başaran, bal kişand ser navê li operasyonê hatiye kirin û got: "AKP, behsa azadî ûa ştiyê dike lê bi tanq û topan diçe wir û navê 'Kaniya Aştiyê' li operasyonê dike." Başaran, destnîşan kir ku AKP, wateya peyvan jî herimandiye û got: “AKP, ji bo temenê xwe dirêj bike şer dike, lê belê helwesta muxalefetê jî helwesteke êşbar e. TSK, dikeve welatekî û dixwaze gelên li wir koçber bike û li şûna wan komên selefî bi cih bike. Û muxalefet jî radibe destekê dide vê operasyonê. Em HDp, li dijî her cure şerî ne."    Hevserokê HDP'a Hatayêê Kerem Nalbant jî destnîşan kir ku, operasyona tê kirin "operasyona xelaskirina DAIŞ'ê" ye û got: "Em bang li hêzên demokrasiyê dikin; werin em mil bidin milên hevdu û vê belayê ji rojeve Tirkiyeyê derxînin. Eger em vê nekin dibe ku sibe pir bi derengî jî bikeve."