‘Şerê ku dê di navbera gelan de bibe sedema birînên xedar rawestînin!' 2019-10-12 09:06:40 MÊRSÎN - Li Mêrsînê nûnerên partiyên siyasî yên li dijî şer helwesta xwe nîşan dan, diyar kirin ku wê êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera gelan de bibe sedema birînên mezin û gotin, çareserî bi aştî û diyalogeke demokratîk pêkan e.  Li Mêrsînê nûnerên partiyên siyasî yên li dijî şer helwesta xwe nîşan dan, diyar kirin ku wê êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera gelan de bibe sedema birînên mezin û gotin, çareserî bi aştî û diyalogeke demokratîk pêkan e.    Serokê Partiya Kedê (EMEP) a Mêrsînê Mehmet Taşçi, bilêv kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê Sûriyeyê de ji destpêkê ve polîtîkayeke çewt bû û got: "Armanca wî ew e ku bi vê polîtîkayê muxalefeta li welatê bitepisîne. Îjar divê di serî de partiya muxalefetê ya sereke û bi giştî jî hemû partiyên muxalif li dijî vê feraseta şerker derkevin. Gava mesele dibe polîtîkaya derve CHP, bi awayekî nehevgirtî tev digere. Hem dibêje polîtîkaya hikûmetê ya derbarê Sûriyeyê de çewt e, hem jî tezkereyê qebûl dike. Em Partiya Kedê, bang li tevahiya muxalefetê dikin ku li dijî vî şerî derkevin. Mesele bi şer çareser nabe, wê bi pvajoyeke aştiyane û diyalogeke demokratîk çareser bibe."    ‘TU BERJWENDIYEKE GELAN TUNEYE'    Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûstafa Işik, destnîşan kir ku ev şer bi kêrî kesî nayê û got: "Wê bibe sedema mirina bi hezaran mirovî û koçberbûyîna bi milyonan kesî. Ev şer bi kêrî gelan nayê. Wê bibe sedema şerekeî pir mezin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî vî şerî derkevin. Di vî şerî de tu berjewendiyeke gelan tuneye."    ‘ŞAŞÎTIYEKE DÎROKÎ'   Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Selahattîn Guvenç jî, bilêv kir ku wê ev şer bibe sedema rûxandineke mezin û got: "Gelên Sûriyeya Bakur, heta niha li dijî rejîmên otorîter, li dijî çeteyan vîneke mezin derxistin holê. Tu pirsgirêkek gelên Rojavayê bi Tirkiyeyê re tuneye. Şerê li hemberî wan wê di pêşerojê de rê li ber texrîbatên mezin vebike. Ev şer dibe sedema mirina zarokên gel. Şaşitiyeke dîrokî ue. Em dixwazin Tirkiye dev ji vê şaşîtiyê û polîtîkayên xwe yên dijminatiyê berde."    ‘ŞERÊ QESRÊ'    Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) a Mêrsînê Bulent Ûfûk Ateş jî, destnîşan kir ku ev şer ne şerê kedkar û gelên Tirkiyeyê ye, şerê Rejîma Qesrê ye. Ateş, bilêv kir ku AKP, êrîşî destkeftiyên kurdan dike û dixwaze ji çeteyan re qadekê vebike. Ateş, got: "Divê karker û gelên Tirkiyeyê li dijî vî şerê Rejîam Qesrê dengê xwe bilind bikin û bitêkoşin."    Serokê SYKP'ê ya Mêrsînê Alper Firat Gedîk jî, got: "Ev êrîş, êrîşeke li ser biratiya gelê kurd û gelê tirk e. Divê tevahiya Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn li dijî vê dagirkirinê bi hev re tev bigere."