Ji Berberoglu re cezayê heta hetayê xwestin 2017-12-01 14:56:21 STENBOL – Doza Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu ya bi hinceta "Ewlehiya cemaweriyê" bi girtî destpê kir, dozger der barê Berberoglu de "cezayê heta hetayê" xwest. Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu bi îdiaya dîmenên TIR'ên MÎT'ê dane Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameya Cumhuryetê Can Dundar, der barê wî de doz hatibû vekirin û bi mehan e girtî ye. Doza li 2'yemîn Dayreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê tê dîtin, saet di 10.00'an de dest pê kir. Di dozê de Berberoglu cih negirt. Serokê Dayreya Ceza Sadik Ozkan, li parêzer vegeriya û pirsa "Peywirdarên ewlehiyê aşkera kirine ku bersûn nexwestiye were, agahiya we heye?" pirsî. Parêzerê Berberoglu Murat Ergun bersiva "Miwekîlê min di hal û haziriyê de hêj wekîl e. Heke bixwazin kelepçeyê bixin destê wî û bînin salonê, dibe ku nexwestibe were." Li ser vê bersivê, Serokê Dayreya Ceza Ozkan, aşkera kir ku agahî dane wî ku bersûc hatiye.   Piştî nîv saetî Enîs Berberoglu di salona rûniştinê de cihê xwe girt. Wekîlên CHP'ê Mustafa Balbay, Gursel Tekîn, Mahmut Tanal, Sezgîn Tanrikulu jî tev li rûniştinê bûn. Lê heyeta dadgehê bi hinceta "Ewlehiya cemaweriyê" xwest rûniştin girtî dest pê bike. Li ser vê salona rûniştinê hat valakirin.   Dozgerê dozê der barê Berberoglu de cezayê heta hetayê xwest..