ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-12 09:00:29 * Berdevkê DDKD'ê yê Amedê Abdulhey Okumuş, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakir û Rojhilatê Tirkiyeyê û wiha got: “Bekaya dewletê bi tunebûna miletekî din nayê parastin. Divê Kurd bibin yek êdî." Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî bi taybetî pirsa "Hûn qet difikirin ku çima kurd tên kuştin?" ji tirkan pirsî.  * Li Mêrsînê nûnerên partiyên siyasî yên li dijî şer helwesta xwe nîşan dan, diyar kirin ku wê êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera gelan de bibe sedema birînên mezin û gotin, çareserî bi aştî û diyalogeke demokratîk pêkan e.    * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, bilêv kirin ku şer ne çareserî ye û bang li ciwanan kirin ku bibin dengê Rojavayê.    * Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Servet Ustun Akbaba û Hevseroka HDP'a Hatayê Sûltan Başaran operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kirin û ji bo navê operasyonê jî gotin, hikûmet wateya peyvan jî diherimîne.    * Berdevkê DDKD'ê yê Amedê Abdulhey Okumuş, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakir û Rojhilatê Tirkiyeyê û wiha got: “Bekaya dewletê bi tunebûna miletekî din nayê parastin. Divê Kurd bibin yek êdî." Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî bi taybetî pirsa "Hûn qet difikirin ku çima kurd tên kuştin?" ji tirkan pirsî.    *  Wê di 13'ê Cotmehê de ji bo endamên Grûp Yorûmê ku 123 roj in di greva birçîbûnê de ne ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşek bê lidarxistin.    * TJA, wê derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakurê Sûriyeyê de, li Avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    *Kongreya Îslama Demokratîk, wê Komxebata xwe ya Stenbolê li Mala Hûner û Navenda Çandê ya  Nazim Hikmet a li Şîşlî li dar bixe. (11.00-17.00)    * Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi boneya winda bên ditin kujer bên darizandin wê li Qada Galatasarayê di hefteya 759'an de kom bibin. (12.00)    * Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan wê li Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam bikin (12.00)    * Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ya Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (13.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê bi dirûşmeya "Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" li navçeya Konakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 394'an de li Qada Galatasarayê berrdewam bikin. (13.30)   *Hêzên Demokrasî û Aştîya Kedê ya Stenbolê, wê lî Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ya lî Beyoglû civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)