Êrîşî ambulansên Heyva Sor a Kurd dikin 2019-10-12 01:10:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê, ji ber êrîşan nikarin ji bo birîndarên li Serêkaniyê ambulansan bişînin herêmê.    Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.    AMBULANS NIKARIN BIÇIN    Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê, bilêv kir ku hewl didin ji bo birîndarên li Serêkaniyê ambulansan bişînin herêmê, lê belê wesayîtên wan hedef tên girtin. Hemê, got: "Heta niha erebeyên ambulansê derbasî Serêkaniyê nebûne ji ber ku ji aliyê artêşa Tirk ve têne hedefkirin."   Di êrîşan de gelek sivîl birîndar bûn.    FIRIN JÎ HAT BOMBEKIRIN    Her wiha li Qamişloyê di êrîşan de firina herî mezin a bajêr jî hat bombekirin. Li taxa Himo, Kudurbeg, Erbawiyê, Xerbî û Hileliyê de gelek sivîl birîndar bûn. Li Taxa Xerbiyê jî di dema bombekirina firina nan de welatiyê bi navê Mihemed Elî Abdullah birîndar bû. Welatiyên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li bajêr.