Îddîa: Tirkiye li Hêzên Taybet ên DYA'yê xist 2019-10-11 23:12:51   RIHA – Hat îdîakirin ku Tirkiye li Hêzên Taybet ên DYA'yê ku li Kobanê ye xist.    Şer û êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 roj li pey xwe hişt. Hat îdîakirin ku Tirkiye li Hêzên Taybet ên DYA'yê ku li Kobanê ye xist. Li gori nûçeya ANHA Tirkiye li yekîneyên Hêza Taybeta DYA ku li girê Miştenurê ya Kobanê ye xwist. Nehat zanin ku mirî û birîndan hene ya na. Cara yekemîne ku TSK'ê li Girê Miştenûrê yê Kobanê ku bargeheke Koalîsyona Navneteweyî têde heye, topbaran kir.   Nûçegihanên ANHA ragihand ku piştî topbaranê, balafirên şer û helîkopter ên Koalîsyona Navneteweyî li herêmên digerin.