Li 3 navçeyên cuda 5 caran heman îxbar kirin! 2017-12-01 14:37:51 ÎZMÎR – Di 24'ê Mijdarê de li Îzmîrê bi operasyonekê 27 kes hatin binçavkirin. Ji 27 kesan 16 kes lînkên wan ên parvekirinên medyaya civakî hatin pirsîn. Di girtekên emyetê yên derketin holê de, li 3 navçeyên cuda 5 îxbar hatine kirin û balkêş e hemû îxbar jî wekî hev in.   Li navçeyên Konak, Torbali, Gazîemîr, Menemen, Karşiyaka û Bucayê yên Îzmîrê, di 24'ê Mijdarê de serdagirtinên malan pêk hatibûn û 27 kes hatibûn binçavkirin. 7 kes di 29'ê Cotmehê de hatibûn girtin. Berî operasyonê hatibû îdia kirin ku ev kes amadekariya çalakiyê dikin, lê di girtekên emyetê de derket holê ku ev kes "Ji ber parvekirinên medyaya civakî" û îxbarên ji Xeta Îxbarê ya Polîsan a 155'an re hatine, tê îdiakirin ku "Dê ev kes di salvegera PKK'ê de çalakiyên molotofî pêk bînin" û li hemû navçeyan jî heman "îxbar" hatiye kirin.   NAVÇE ÇÛDA BIN, ÎXBAR HEMAN ÎXBAR E   Li gorî îdiayan di 22'yê Mijdarê saet di 22.45'an de ji Xeta Îxbarê ya Polîsan re îxbara "Kesên bi navê A.A. û S.E., dê di bin navê Avakirina PKK'ê de di 27'ê Mijdarê de her kesî rakin piyan, bişewitînin, birûxînin û amadekariya çalakiyê dikin" hatiye. Dîsa di 23'yê Mijdarê saet di 22.45'an saet di 12.13'an de îxbarek hatiye û di vê der barê de jî ev tişt hat gotin: "Kesên bi navê S.K., Î.B., Y.K.M., O.K. û E.K. ên li Bucayê dimînin, dê di 27'ê Mijdarê de çalakiyan pêk bînin, dê molotofan bavêjin otobusên şaredariyê."   Di îxbara 3'yemîn de jî tê îdiakirin ku di 23'yê Mijdarê saet di 11.45'an de, ji xeta xizmetê ya Miduryeta Polîsan re îxbarek hatiye û ev tişt hat gotin: "Li gelenperiya Îzmîrê S.K., Î.B., M.Y., O.K. û E.K. dê li ser navê PKK'ê çalakiyan bikin." Dîsa di îxbara 4'emîn a di 23'yê Mijdarê saet di 12.35'an de ji xetên xizmetê yên Miduryeta Polîsan re hatiye ev nirxandin hat kirin: "Li gelemperiya îzmîrê dê kesên bi navê Y.E.K., M.Y., E.K., Ş.Y., Y.Î., Z.Y. û H.Y., dê li ser navê rêxistina terorê ya PKK'ê molotof û êrîşên mezin pêk bînin.” Di îxbara 5'emîn de ya di 23'yê Mijdarê saet di 14.06’an de ji Xeta Îxbarê ya Polîsan a 155'an re jî hatiye, tê îdiakirin ku kesên bi navê “O.B., G.Y. E.A. û D.O., dê di 27'ê Mijdarê de li Menemen û Îzmîrê çalakiyan pêk bînin û otobusan bişewitînin.   EMYETÊ JI NÛÇEYÊ FERMAN DERXIST   Piştî di girtekan de îxbar hatin rêzkirin, kesên ku binav kirin jî ji wan pirsîn ka hesabên wan ên medyaya civakî hene an na. Kesên hatin binçavkirin û hesabên wan ên medyaya civakî tune bûn, bi minasebea 27'ê Mijdarê salvegera PKK'ê, lînkên nûçeyan ên di ANF'ê de hatin weşandin, nîşanê welatiyan dan û ev tişt ji wan hat pirsîn: "... di naveroka nûçeyan de ferman hat tespîtkirin, çalakiyên mijara gotinê di vê çarçoveyê de hatiye fêmkirin... Hûn van fermanan çawa dişopînin..." Kesên ji ber parvekirinên medyaya civakî hatin binçavkirin, pirsa "Ji bo hûn van parvekirinan bikin, we ferman ji kî/ê girt."