Trump biryarname îmze kir: Em dikarin aboriya Tirkiyeyê bêkêr bikin 2019-10-11 22:01:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Maliyeta DYA’yê Steve Mnuchîn, diyar kir ku Serokê DYA’yê Trump, biryarnameya danekirina bi hêz a Tirkiyeyê îmze kir û got: “Em dikarin aboriya Tirkiyeyê bêkêr bikin.”    Ji bo Tirkiyeya ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyona leşkerî kir, ji DYA’yê danekirinên aboriyê tên. Wezîrê Maliyeta DYA’yê Steve Mnuchîn derbarê danekirinên Tirkiyeyê de daxuyanî da û got: “Trump biryarnameya danekirina bi hêz a Tirkiyeyê îmze kir. Ger me neçar bimînin, em dikarin aboriya Tirkiyeyê bêkêr bikin.”