Pevçûn belavî sînorê Cizîr û Sîlopiyê jî bûn 2019-10-11 21:41:43   ŞIRNEX - Hat diyar kirin ku qereqola gundekê girêdayî navçeya Cizîrê ya ser sînor ji ber pevçûnan hat valekirin û hewan avêtin qereqolekê li Sîlopî.    Piştî êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şer derket û ev şer belavî navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê bûn. Ji gundên Ernebat, Bazivt, Derbaciya, Dimbiliya, Babil, Şebanî, Tillefferit, Tilebe û Gijal ên girêdayî navçeyên Cizîr û Hezexê, dem bi dem dengê bombeyan bilind dibin.     Li gorî agahiyan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Qereqola Esentepe ya gundê Ernebatê kirin hedef. Ji ber êrîşna qereqol hat valekirin.    Li aliyê din, hat hînbûn ku hewan li qereqola gundê Rihanî ya ser sînor û girêdayî navçeya Sîlopiyê jî hatin xistin. Hat diyar kirin hewanek li nêzî qereqolê ketiye.