10 baroyan li dijî şer daxuyanî dan: Bi lez şer rawestînin 2019-10-11 20:55:29   NAVENDA NUÇEYAN - Heta niha 10 baroyan li dijî şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û gotin: "Bi lez vî şerî rawestînin"    Şer û operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 3'yan de berdewam dike. Heta niha Baroyên Semsûr, Çewlîk, Amed, Riha, Şirnex, Mêrdîn, Mûş, Dersîm, Wan û Îzmirê daxuyanî dan û xwestin şerê heyî bi lez bê rawestandin. Baroyan xwestin şer bi lez rawestînin. Baroyan bang li Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan û rayedakan kirin û xwestin şer rawestînin û aştiyê pêş bixin.    BAROYA AMEDÊ: HEMA NIHA AŞTΠ   Baroya Amedê daxuyaniya nivîskî da û wiha got: “Tirkiye li gel hemû îtîrazên civakên cîhanê di 9'ê Cotmehê de, yek ali mudaxaleya eskeri daye destpêkirin. Li şûna pirsgirêkên neteweyî û navneteweyî bi rêya diplomasî, diyalog, mafên mirovan, rêbaz û saziyên navneteweyî çareser bike, çareseriyê di şer de dibîne. Şer li civakê ferz dike. Şer polîtîkayên militarizm û pevçûnê xurt dike. Şer ji bo jinan bêtir mirin, xizanî û koçberî ye. Divê Tirkiye bang û neazibûnên civaka navneteweyî esas bigire û bi lez vê tevgera ezkerî bi dawi bike. Çareserî diyalog û diplomasî ye. Em dibêjin ji şer re na, aştî hema neha."    Baroyên Semsûr, Çewlîk, Riha, Şirnex, Mêrdîn, Mûş, Dersîm û Wanê jî daxuyaniyek hevpar dan û gotina François Fenelon a “Hemû şerê navxweşî şer e, çareserî hemû mirov xwişk û bira ne" bibîr xist û wiha gotin: "Li şûna hiş û aqilê dîrokî yê ku Kurd û Tirkan di şertên herî dijwar de bi hevre têkoşiyan, polîtikayên rojane û demî yên berjewendiyên tekasesî esas digirin. Ji bo vêyekê serî li şer didin."    Baroya Îzmire jî daxuyanî da û destnîşan kir ku Baroya Îzmirê di tîrokê de tu carî nebû aligirê şer û her dem pêşengî dan aştiyê.