Çerkesan jî deng dan 2017-12-01 14:35:33 EFRÎN – Welatiyên Çerkes ên kantona Efrînê diçin ser sendoqan û nûnerên xwe hildibjêrin.   Hilbijartina 3 herêmên Federal ên Bakurê Sûriyeyê ku serê sibê dest pê kiribû didome. Hilbijartinên meclîsên rêveberên (navçe, bajarok û kanton) rastî eleqeyek mezin tê. Piştî hilbijartin bi dawî bû hevşaredar û hevserokên meclîsan dê bên diyarkirin. Li Kantona Efrînê lîsteyên “Netewa Demokratîk”, “Partiya Yekîtiya Demokratîk” a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) û “Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk” di pêşbirkê de ne.  Pêkhateyên herêma Efrînê bi eleqeyek mezin diçin ser sendoqan û nûnerên xwe hildibjêrin. Welatiyên Çerkes jî ku li Cindirês û Bilbilê dimînin, çûn ser sendoqên hilbijartinan û dengê xwe avêtin sindoqan. Dema nûçegîhanên ANHA hilbijartin dişopand, di hibijartinên li navçeya Bilbilê de du hevjînan Çerkes ên dengê xwe didan ketin pêşberî kamera û wênekêşan.  Qeys El-Salih û hevjîna xwe Esmehan Elî ji sala 2009’an ve li navçeya Bilbilê dijî. Qeys dibêje “Ev hilbijartin ji bo gelên herêmê derfeteke ber bi azadî û demokrasî ve ye.” Esmehan jî bi Çerkesî axivî û got “Projeya Federaliya Demokratîk vîna me ya azad diyar dike, wijdanê civakê nîşan dide.”