Gelê Nisêbînê bertek nîşanî polîsan dan: Êdî bes e 2019-10-11 20:13:07 MÊRDÎN - Xizmên kesên di encama topa hewanê ya li Nisêbînê ket de birîndar bûn, bertek nîşanî rayedarên polîsan ên hatin ber nexweşxanê dan û gotin: “Êdî bes e.” Piştî operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pevçûnên li ser sînorê Qamîşlo-Nisêbînê dest pê kirin, bi hemû dijwariya xwe dewam dikin. Di dema pevçûnê de, topên hewanê li kolana Eskî Hamam a Taxa Yenîturan a bajêr ketin û gelek kes birîndar bûn. Niha jî hejmara birîndaran nehatiye aşkere kirin. Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û nexweşxaneyên derdora bajêr.    Hat zanîn ku ji birîndaran herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û gumana hêjmara miriyan zêde bibe heye.    BERTEK NÎŞANÎ MIDURÊ POLÎSAN DAN    Di vê navberê de, xizmên birîndaran herikîn ber nexweşxanê. Qelebalixiya ku nekarîn agahî ji nexweşxanê bigirin, polîtîkayên şer ên desthilatdariyê şermezar kirin. Malbatan bertek nîşanî polîsan dan û bi hatina Midurê Polîsan a li ber nexweşxanê re hêrsa malbatan zêdetir bû. Qelebalixiyê, huy li Midûrê polîsan kirin û gotin: “Qatilno. Êdî bes e.”    Welatî li ber nexweşxanê radiwestin û maşineyên zirxî yên leşkerî sewqî herêmê hatin kirin.