Hevşaredarên Bîsmîlê hatin berdan 2019-10-11 19:18:21   AMED -Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz ên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin, piştî îfade dan dozger hatin berdan.   Hevşaredarên navçeya Bîsmîl ên Amedê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz hatin berdan. Hevşaredarên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin, piştî îfade dan dozger hatin berdan.   Piştî nûçeya hevşaredar hatin binçavkirin hat serwîskirin bi sedan welatî li ber edliyê kom bûn. Hevşaredarên hatin berdan, ji aliyê welatiyan ve bi lêxistina çepikan hatin pêşwazî kirin.