Xelkê Sengeserê ji bo Rojava meşiyan 2019-10-11 19:01:19 SILÊMANÎ - Li bajaroka Sengerê xelk li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  li ser piyan bûn û êrîş şermezar kirin.   Bi hezaran welatiyên navçeya Sengezerê ya Silêmaniyê, li dijî êrîşên Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û nerazibûnên xwe anîn ziman. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê e Qadir Feqî axivî û got;"Weke dibînin artêşa  Tirk a dagirker êrîşek berfireh û nemirovaene bi çekên herî pêşketî yên cîhanê dibe li ser Rojavayê Kurdistanê. Bi armanca ku hemû destkeftiyên me yên li Rojavayê Kurdistanê yên bi xwîna hezaran şehîdan û birîndaran bi destketine ji holê rabikin." Qadir Feqî eşkere kir ku êrîşên li ser tevahiya gelê Kurd e û got; "Ev êrîşane ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye, li ser tevahiya xelkê Kurdistanê ye. Divê hemû aliyên siyasî û serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin xwedî helwestek cidî, ji bo rawestandina van êrîşan alîkariya zêdetir ji bo Rojavayê Kurdistanê were kirin. "