Li Kaniya Xezalan a Rihayê gel bajêr vale dike 2019-10-11 18:48:42     RIHA - Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ku dikeve pêşberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel bajêr terk dike.     Operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya komên “Artêşa Sûriya Azad” (OSO) li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin, belavî xeta sînor bû. Yek ji cihên şer lê dijwar bû, navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ya li pêşberî Girê Spî (Tel Abyad) ye. Gelê navçeyê dest bi valekirina bajêr kirin. Li bajêr kolan û cade vale man û dikandar dikanên xwe venakin.