Li Nisêbînê teqîn: Mirî û birîndar hene 2019-10-11 18:47:07 MÊRDÎN -  Li Nisêbînê di kêliya pevçûnekê de topên hewanê li kuçeya Eskî Hemamê ya taxa Yenîtûranê ket. Top li gelek malan ket û gelek kes birîndar bûn û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.   Di saetên berê êvarê de di çarçoveya êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek bombe li Qamişloyê hatin barandin. Bi destpêkirina barandina bombeyan re pevçûn derket û gelek topên hewanê li kuçeya Eskî Hemamê ya taxa Yenîtûranê ketin. Topên ku hatin avêtin li avahiyên taxê ketin û gelek kes birîndar bûn. Li ser vê yekê ambûlans sewqê taxê hatin kirin û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Ji birîndaran 2 kesan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber avêtina topên hewanên li taxê xesar gihîşt gelek wesayîtan. Ji ber avêtina topên hewanên niştecihên taxê bertek nîşanî hikûmetê dan û ji niştecihan kesek ji Erdogan re ev tişt got: "Xwedê belaya Erdogan bide."