Hevşaredarê Sêrtê yê berê Tûncer Bakirhan hat berdan 2019-10-11 18:19:25   SÊRT - Hevşaredarê Sêrtê yê berê Tûncer Bakirhan ku piştî cezayê lê hatibû birîn hat xerakirin, hat berdan.    Hevşaredarê Şaredariya Sêrtê ya DBP'î Tûncer Bakirhan ku 3 sal in girtiye hat berdan. Dadgehê 10 sal ceza li Bakirhan birîbû. Lê belê piştî Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê cezayê li Bakirhan birîbû xera kir, Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Sêrtê Bakirhan berda.   Tê payîn ku wê îro Bakirhan ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûy derkeve.