Li Girê Spî bombebaran: 3 welatî hatin kuştin 2019-10-11 17:20:03 GIRÊ SPÎ - Balafirên şer ên TSK'ê  Gundê Bedî yê başûrê Girê Spî bombebaran kir, 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.    Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê OSO li dijî Rojava didomin û bi dijwarî êrîşî bajarên Girê Spî dikin. Li gorî nûçeya ANHA'yê balafirên şer ên TSK'ê gundê Bedî yê dikeve başûrê Girê Spî bombebaran kir. Di bombebaranê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.  Birîndaran rakirin nexweşxaneyên navçeya Eyn Îsayê. Di bombebarana li gundê Elî Baciliyê yê başûrê rojhilatê bajêr de 4 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 4 kes jî birîndar bibûn.