Polisan li Nisêbînê Dayika Aştiyê Tarlak binçav kir 2019-10-11 17:14:45 MÊRDÎN - Polisan li Nisêbînê di çarçoveya operasyona binçavkirinê de Dayika Aştiyê Nûre Tarlak jî di nav de 3 kes binçav kirin.   Binçavkirinên ku piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin didome. Di çarçoveya van binçavkirinan de di saetên nîvro de polisan Dayika Aştiyê Nûre Tarlak, xebatkarên HDP'ê yê navçeyê Suleyman Akin ûy Endamê Meclisa Şaredariya Nisêbînê Nezîr Ozbeyîn binçav kirin. Di saetên serê sibêhê de jî polisan Nisêbînê bi ser gelek malan de girtibû û 4 kesan binçav kiribûn.    Li Mêrdînê di serdegirtinên malan ên 2 rojên dawîn de Hevşaredara Dêrikê Şerîf Kiran jî di nav de 34 kes hatine binçavkirin.