Hevşaredarên Bismilê hatin binçavkirin 2019-10-11 17:05:05 AMED – Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.  Polîsan avahiya Şaredariya Bismilê dorpêç kirin û hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz binçav kirin. Polîsan hevşaredaran birin Miduriyeta Polîsan a Bismilê. Derbarê hênceta binçavkirina hevşaredaran de agahî nehat bidestxistin.