Berdevkê Mafê Mirovan ê NY'yê: Tirkiye li sivîlan dide 2019-10-11 16:13:56 CENEVRE - Berdevkê Komîseriya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle, diyar kir ku mirinên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rapor kirine û wiha got: "Di encama êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de ava ku ji stasyon avê ya li gundê Aloûk ê girêdayî Walîtiya Hesekê tê hatiye birîn."  Berdevkê Komîseriya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke çapameniyê li dar xist. Colvîlle diyar kir ku derbarê mirina sivîlan de dest bi girtina raporan kirine û wiha got: "Di 2 rojên destpêkên yên êrîşên Tirkiyeyê de yek jê zarok, 2 jê jin bi giştî 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û zarok jî di nav de gelek sivîl jî birîndar bûne."   'LI DEVERÊN TSK'Ê SÛCÊN TÛND HENE'   Colvîlle da zanîn ku li gorî raporên li ber destê wan êrîşên hewayî û bejahî yên TSK'ê û komên di bin kontrola wê de xesar dane stasyonên pompayên avê, bendav, ceyran, santral û qadên petrolê û ev tişt anî ziman: "Di 9'ê Cotmehê de di encama êrîşeke hewayî ya TSK'ê de li herêma Aloûk a girêdayî Walîya Hesekê ava ku ji stasyon avê dihat hat birîn. Li qada ku ava stasyınên diçûyê dê bi hezaran kes nikaribûn xwe bigihînin ava paqij. Her wiha li Efrîn, Bab, Cerablûs û Ezazê ku di bin kontrola TSK'ê û komên bi di bin kontrola wê de ne bêqanûnî, sûcên tûnd hene."   'GEL BI MEMELEYÊN XERAB ÊN TSK'Ê RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN'   Di berdewamê de Corvîlle destnîşan kir ku gelên li Efrîn, Bab, Cerablûs û Ezazê dimînin ji aliyê TSK'ê gef li wan tê xwarin, bi memeleyên xerab re rû bi rû dimînin, tên revandin, malên wan tên talankirin û wiha pêde çû: "Sivîlên li van herêman, ji aliyê komên çekdar ve li malên xwe û nuqteyên kontrolê tên binçavkirin û bi endamtiyê hin komên polîtîk ên kurd tên sûcdarkirin. Niha nayê zanîn ku bi çi serê van kesan tê û li ku ne. Ev di hemû raporên me de hene."    HIŞYARIYÊN XWE YÊN JI BO TIRKIYEYÊ RÊZ KIR   Colvîlle derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev hişyarî li Tirkiyeyê kirin: "Êrîşa leşkerî li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî divê ku li prênsîbên bergirî û wekheviyê bê. Divê ku aliyên şer çekên bi teqemenî yên ku bandor li qadên berfireh ên sivîl lê dijîn dikin bi kar neynin. Bi awayekî xwezayî çekên top rîsqa sivîlan û binesaziya sivîlan zêde dike. Divê ku sivîl û binesaziya sivîlan bê parastin. Qedexeye ku av û saziyên tenduristiyê yên ji bo berdewama jiyana sivîlan bivê nevê ne nebin hedef. Di vê hemû alî li gorî berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî tevbigerin."