Li Qoserê qereqola leşkerî vale kirin 2019-10-11 16:13:14 MÊRDÎN - Qereqola leşkerî ya li Taxa Dirbêsiyê ya navçeya Qoserê ji ber şerê li ser sînor hat valekirin. Li Nisêbînê jî şer û pevçûn dijwar bûn.  Li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dengê çek û bombebaranê bilind dibin. Piştî nîvro li her du aliyên sînor jî, top û hewan hatin avêtin. Di heman demê de sekvanên QSD’î gule li hin cihan barandin.    Hîna jî cih bi cih dengê teqînan bilind dibe û hewan li maleke Taxa Barişê ket. Hewana ku li malê ket ne teqiya û ji ber vê mal hat valekirin. Polîsên ku hatin cihê bûyer ketina cihê bûyerê girtin.    BEŞA LEŞKERÎ VELE KIRIN, TEQWIYE HAT    Li aliyê din, li Taxa Şenyûrt a çoltera Qoserê ya ser sînor jî liv û tevger, dewam dike. Taxa Şenyûrt a hezar û 500 welatî lê dijîn, berî demekê, ji ber şerê heyî hatibû valekirin. Hat diyar kirin ku qereqola leşkerî ya li taxê ji ber çelakiyên QSD’ê yên bi çek û hewanan hatiye valekirin. Hat zanîn ku qereqola leşkerî zirarek mezin diye û leşkerên ji beşê deketin jî li nava taxê ketine kozikan.    Di heman demê li navçeyê tevgera ambûlansan pir zêde ye û bi 25 wesayîtan leşker û hêzên taybet sewqî navçeyê hatin kirin.