Ji ber medya civakî 21 meh û 25 roj ceza lê birîn 2017-12-01 13:56:31 ÎZMÎR - Welatî Mehmet Tarhan ê hefteyek berê li Îzmîrê hat berdan, bi hinceta parvekirinên medyaya civakî salek 9 meh û 25 roj cezayê girtîgehê lê birîn.  Li Îzmîrê di 28’ê Tebaxê de, Mehmet Tarhan bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hat girtin û hefteyek berê di danişîna yekemîn de "Dema girtinê" li ber çavan hat girtin û hat berdan. Îro 2’yemîn danişîna doza Tarhan a bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat dîn. Danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hat. Heyeta dadgehê, di danişîna îro de salek, 9 meha û 25 roj cezayê girtîgehê li Tarhan birî. Tarhan ku beşdarî danişîna biryarê nebû, parêzerê wî beşdar bû. Parêzer parastin kir û xwest parvekirinên muwekîlê wê di çarçoveya azadiya ramanê de bê dest girtin û beraeta muwekîlê xwe xwest.     Heyeta dadgehê Tarhan sûcdar dît û bi îdîya di parvekirinên xwe de “Propaganda rêxistinê kirin” ceza birî.