Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik: Ev dagirkerî ye 2019-10-11 15:36:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Îlahiyatnas û Nivîskar îhsan Elîacik diyar kir ku pênaseya dagirkeriyê aşkere ye û îktîdar ji bo polîtîkayên xwe rewa bike li gorî xwe pênase dike. Elîacik, da zanîn ku dema bê destûr bi dang û topan têkeve sînorê welatekî din ev dagirkerî ye.   Nivîskar û îhaliyatnas Îhsan Elîacik, beşdarî bernameyek Arti TV bû û anî ziman ku pênaseya dagirkeriyê di hemû têgehan de diyar e û wiha got: "Dema welatek bêyî destûr bistînin û bi tang û topan derbasî sînorê welatekî din bibe, ev dagirkerî ye. Têgeha dagirkeriyê li her derê aşkere ye. Îktîdarê dixwazin fetvaya bidin polîtîkayên xwe û polîtîkayên xwe rewa bike pênaseyan dikin. Bi vê armancê li mizgeftan sureya fetîhê dixwînin. Dema em li sûreta fetîhê dinerin, di şer û fetîhan de nayê xwendin. Lê ev yek ji aliyê paşa û sultana ve li gorî armanca wan hatiye xwendin. Li gorî wateya peyvê vekirin e. Vekirina cihekî ye.  Fetih piştî agirbest dest pê bike û aştî pêk bê tê xwendin."    Elîacik, dazanîn ku hem li aliyê Sûriye û hem li aliyê Tirkiyê li hemû gund û navçeyan ji hemû mizgeftan ezan tê xwendin û wiha got: "Bi sedan salan mirovên gundên aliyê Tirkiye û mirovên gundên aliyê Sûriye xizmên hev in. Zerara wan nagêje hev. Hemû ji heman baweriyê ne. Yên ev şer dane destpêkirin bê berpirsiyarê encama wê bin."