Akademisyenên Aştiyê: Divê em vî şerî rawestînin 2019-10-11 15:07:53 STENBOL - Akademîsyenên ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û hatin îxrackirin, li dijî operasyonên TSK'ê bertekên xwe anîn ziman. Akademîsyenan anîn ziman ku wê daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman û xwestin şer bi dawî bibe."    Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê biryara operasyonê îlan kir. Li ser vê yekê TSK'ê di li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin. Operasyon li seranseri sînor belav bû. Bertekên li dijî operasyonan zêde dibin. Akademîsyenên ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û hatin îxrackirin, li dijî operasyonên TSK'ê bertekên xwe anîn ziman. Akademîsyenan anîn ziman ku wê daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman û xwestin şer bi dawî bibe."    Akademîsyen Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Prof. Dr. Beyza Ustun û Prof. Dr. Sibel Perçinel, xwestin bi lez ev şer bi dawî bibe.    ‘JI ŞER Û MIRINÊ RE GOTIN ERÊ'     Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku ji roja operasyonê dest pê kir û heta niha bûn şahidê kuştinê û wiha got: "Em şer red dikin. Divê bi lez ev şer bê rawestandin. Îktidar ji bo hebûna xwe şer pêş dixe. Ji xeynî HDP'ê hemû partiyan şer û tezkere erê kir. Ji şer û mirinê re gotin erê. Ev biryar komkujî ye. Divê her kes wekî xaniyê wan bê bombekirin fikirin. Divê mirov empatî bikin. Ne wisa be hovîtiya şer fam nekin."    ‘REWŞEK NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Prof. Dr. Onur Hamzaoglu ji anî ziman ku wekî akademîsyenekî nikaren şer qebûl bikin û wiha axivî. “Sedem çi dibe bila bibe ev ji bo mirovahiyê êşê bi xwe re tîne. Kuştin û xizaniyê bi xwe re tîne. Kuştin, birîndarkirin û sefaletê tîne. Di peymana Cenevre ya 1949'an de rewşa hiqûqî heye. Ger ku welatek têkeve axa welatê din, divê destûra wî welatê din hebe. Dîsa li gorî biryara Lijneya Giştiya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1974'an a hêjmar 3814'an li dijî hiqûqê ye û ev yek dagirkerî ye. Şer pirsgirêka civakê ye. Divê bi lez dawî li vî şerî bînin."    'HERÎ ZÊDE ZAROK Û JIN JI ŞER TESÎR DIBIN'   Prof. Dr. Sibel Perçinel jî anî ziman ku li Sûriye demek dirêj şer heye û wiha got: "Şer her dem ji bo mirovan dibe sedema hilweşîna xerab. Di şer de heri zêde jin û zarok zerarê dibînin. Dîsa sivîl zerarê dibînin. Şertê mirovahiyê dijberiya şer e. Ji bo mirov bibe mirov û weki mirov bijî divê li dijî şer raweste. Divê şertênk aştiyê bên avakirin. Divê hemû beşên civakê li dijî şer hestiyar û hişyar tev bigerin."