Dadgehê biryara berata rojnameger Demîr da 2019-10-11 14:58:14 STENBOL – Xwediya Îmtîyazê ya Rojnameya Karinca ya berê Necla Demîr bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye" dihat darizandin, dadgehê ew berat kir.  Danişîna doza Xwediya Îmtiyazê ya Rojnameya Karinca ya berê Necla Demîr bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Demîr û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi piraniya dengan berata Demîr da.