QSD'ê bîlançoya du rojan aşkere kir: 262 endamên OSO û TSK'ê hatin kuştin 2019-10-11 14:57:57 NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê bîlançoya şerê 9 û 10'ê Cotmehê aşker kir û got: "Di encama bersivedayîna şervanên me de, 262 endamên OSO û TSK'ê hatin kuşin. 22 endamên me jî jiyana xwe ji dest dan."    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê encama şerê 9 û 10 Cotmehê daxuyanî da û bilançoya 2 rojan ji raya giştî re aşkere kir. QSD'ê, diyar kir ku encama bersivdayîna şervanên wan de, 262 endamên OSO û TSK'ê hatin kuşin û 22 endamên wan jî jiyana xwe ji dest dan.    Daxuyaniya Ragihandina QSD`ê wiha ye:   “Artêşa Tirk di roja 9`ê Cotmehê de saet 16:00'an dest bi êrîşa li ser Rojava û Bakûrê Sûriyê kir. Ev êrîş li ser bajarên Serêkanî, Girê Spî, Kobanî, Eyn Îsa, Qamişlo, Dêrîk, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Amûdê pêk hat. Bi rêzê ve li ser bajarên Serêkanî, Girê Spî, Kobanê û Eyn Îsa dema bi balefirên şer bombebaran dikir, li bajarên Qamişlo, Dêrîk, Tirbispiyê, Dirbêsiyê û Amûdê ji bi bataryayên moşek, top û tankan bê navber bi sedan êrîş pêk hatin. Êrîşên li seranserî xeta sînor, bi tevlîbûna 10 balafirên keşfê dest pê kir. Bi taybet ji balafirên keşfê li ser bajarê Serêkanî, Girê Spî, Kobanê û xeta sînor geriyan. TSK'ê ji bejahiyê ve ji bo ku sînor derbas bike û Rojava dagir bike bajarê Serêkanî, Girê Spî, Çelebiyê, Kobanê û Dirbêsiyê ji xwe re kir armanc. Êrîş di gelek baskan de pêk hat. Bi taybet di navbera Kobanê û Girê Spî de xeta Kulît, Aşmê û Til Sindir bi sedan caran bi tang, top û obûsan lêdan.   * Êrîşên li Aşmê yên ji bejahiyê ve hatin pêkanîn di 9'ê Cotmeh danê êvarî de hat şikandin û Til Sindir û xeta Kulitê ji bejahî û asmanî êrîşên destpêkê bi balefirên şer û piştre ji ji bejahiyê ve dest bi êrîşek dijwar kirin. Armanca vê êrîşê dorpêç kirina Girê Spî bû. Êrîşa li xeta Slûk, Aşmê û dorpêçkirina Girê Spî di 9 û 10’ ê Cotmehê de hatin şikandin. Di van êrîşan de şervanên me hemû hewildanên dijmin bi berxwedanek xurt bersiv dan. Di encam de di şerê ku li vê dere qewimî de 40 çeteyên dagirker hatin kuştin û tankek hat rûxandin. Li baskê Til Findirê gurubekî li beramber êrîşan bersiv da û wesayîtek ya dewleta dagirker a Tirk hat roxandin.   * Di giştî êrîşên bejahî, asmanî û di pevçûnên ku qewimîn de bi tevahî 6 hevalên me şehîd ketin.   * Di roja 10’ê mehê li hember êrîşên TSK'ê yên li ser bajarê Girê Spî û xeta Silûkê de berxwedana şervanan berdewam e. Di gelek çeperan de şer pir ji nêz qewimî di van şeran de li cih û demên cuda li xeta Slûk, Girê Spî û Kobanê 52 endamên Tirkiyeyê Tirk hatin kuştin.   * Li bajarê Serêkanî bi dijwarî êrîşên top, hewan û obûsan berdewame. Bi taybet ji Til Xelef heya Dêrîk di navbera 9-10’ ê Cotmehê de topbaran bê navber berdewam kir.  Gelek caran Tirkiyeyê û OSO xeta Serêkanî, Tilxelef, Elok û Dirbêsiyê de xwest sînor derbas bikin, lê bi bersivdayîna endamên me hat şikandin.   * Li Serêkanî hûcreyek yên çeteyan ku xwe di gundê Um El Xer de bicih kirî, êrîş li ser hat kirin û di encama êrîşê de hatine tunekirin. Li gelek cihên şer cenazeyên çeteyan li cihên şer mayîne.   Êrîşên li Amûdê, Qamişlo û Dêrikê ji bi awayek dijwar pêk hatin. Li bajarê Dêrikê tankên Tirkiyeyê xwestin sînor derbas bikin û bi bersivdanê tang hatin rûxandin.   Li cihên cuda di şerê 9-10’ê Cotmehê de li bajarê Serêkanî 170 endamên TSK'ê hatin kuştin. Di encama şerê herdû rojan de 22 şervanên me jiyan xwe ji dest dan.    Bi giştî: Di encamên şerê du rojan de 262  hatin kuştin. Di êrîşên Tirkiyeyê ta li ser bajarên Rojavayê Kurdistanê bi bombe barana balefirên şer de gelek sivil şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.”