Dayik û 2 zarokên wê yên jiyana xwe ji dest dan li Hezexê hatin definkirin 2019-10-11 14:25:33 ŞIRNEX - Dayik û 2 zarokên wê yên li navçeya Nisêbînê di encama roketa li mala wan ket de jiyana xwe ji dest dan li navçeya Hezexê hatin definkirin.  Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin, roketek li maleke li navçeya Nisêbîn a Mêrdîn ku li ser xeta sînor bû ket. Di encama lêketina roketê de, dayik û du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Fatma Yildiz a 47 salî, du zarokên wê Leyla Yildiz a 16 sal û û Emîne Yildiz a 12 salî yên jiyana xwe ji dest dan, serê vê sibê ji Nisêbînê anîn gundê Fîlfê yê navçeya Hezex a Şirnêxê.     Her 3 cenaze piştî duayan, hatin definkirin. Xizmên 3 kesên jiyana xwe ji dest dan ên beşdarî merasîma cenazeyê bûn, diyar kirin ku ew şer naxwazin, ew aştiyê dixwazin.    Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Mûrat Şen û gelek kes beşdarî merasîma cenazeyan bûn.